Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

Navenda Nûçeyan - Tê texmînkirin ku li Meledî, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim û Semsûrê dê barana gur bibare, car caran ba dê rabe û birûskê lêxe.

 

Di daxuyaniya Rêveberiya Herêma 13an a Meteorolojiyê de hat destnîşankirin, tê pêşbînîkirin ku li herêmê hewa dê ewrsayî bibe û li derûdorên li Semsûr, Çewlîg, Dêrsim û Xarpêt jî dê barana gur bibare, car caran ba wê rabe û birûskê lêxe. 


Tê texmînkirin ku germahiya hewaya herêmê wê di navbera 1-3 pileyî de dakeve û ba dê rabe. 


Bandora baranê dê bi taybetî li Semsûr, Dêrsim û Çewlîg zêde be û ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî lehî, birûsk, teyrok û baya xurt bi tevdîr bin.