Hikûmeta Kurdistanê pêşniyara sekinandina encama referanduma serxwebûnê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşniyar kir, ku encama referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê were rawestandin.
Îro çarşemî 25-10-2017 Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê egera berfirehbûna şer û aloziyên navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de daxuyaniyek belav kir.
Di vê daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi metirsiya rûbirûbûna pêşmerge û hêzên Iraqê dike û pêşniyar dike, ku encama referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê were rawestandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza demildst rawestandina hemû cure kirdarên leşkerî yên li dijî Kurdistanê dike û daxwaz dike, ku li ser bingha Destûrê gotûbêj di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de dst pê bike.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
"Ev rewşa aloz û metirsîdar ku rûbirûyê Iraqê û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike ku em di asta berpirsatiya dîrokî de bin û rê nedin rewş zêdetir ber bi şer û pevçûnê ve di navbera hêzên iraqî û pêşmerge de biçe.
Êrîş û rûbirûbûna hêzên Iraqê û pêşmerge ji 16-10-2017ê ve heta îro, zirar gihandiye her du aliyan, renge bibe sedema xwînrijandineke berdewam û di encamê de jî têkdana bend û pêwendiyên civakî yên navbera pêkhateyên Iraqê.
Bêguman şer di navbera her du aliyan de nabe sedema serkevtina ti aliyekê, belku di hemû warên jiyanê de welat ber bi şaşerêyeke giştî ve dibe, ji bwe vê bi hestkirina bi berpirsatiya li hember gelê Kurdistanê û Iraqê, em pêşniyarê bo hikûmet û raya giştî ya Iraqê û cîhanê dikin:
1 - Rawestandina demildest a teqekirin û hemû cureyên kirdarên serbazî li Herêma Kurdistanê.
2 - Rawestandin (cemidandina) encama referanduةê ku li Kurdistana Iraqê hat encamdan.
3 - Destpêkirina diyalogeke vekirî di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha Destûra Iraqê."