'Bila Salih Mislim Başûr bo geştên xwe yên derve bikar nehîne'

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanêê Hemîd Derbendî diyar kir, eger Hevserokê PYDê Salih Mislim bixwaze serdana welatên Ewropa bike bila Enqere, Tehran, Bexda û Şamê bikar bîne nek Herêma Kurdistanê.

Ev du-sê roj in derbasbûna Hevserokê PYDê Salih Muslim ji Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê bûye kirîzekê û ketiye rojeva Kurdistanê.

Derheqê vê kirîzê de Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku eger Hevserokê PYDê Salih Mislim bixwaze serdana welatên Ewropa bike pêwîst nake Herêma Kurdistanê bikar bîne çimkî rêyên din jî hene.

Hemîd Derbendî eşkere kir ku Salih Mislim dikare bi rêka Enqere, Tehran, Bexda û Şamê re jî serdana welatên derve bike.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji Rûdawê re gotibû, dema dixwest derbasî Başûr bibe hatiye astengkirin. Li gorî gotinên Mislim, ji roja 17ê Cotmehê ve li ser sînorê Sêmalka yê Başûr û Rojava ye.