Çarenivîsa endamê polîtburoya El-Partî ne diyar e

24-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera revandin û wendakirina Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî) Behzad Dursun e.

Dursun yek ji kesayetiyên navdar û bi bandor bû di nava partiya xwe de.

Her wiha ew endamê komîteya birêvebir yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû.

Li gora ku partiya wî El Partî dibêje, Behzad Dursun, gelek caran ji aliyê partiya PYD û YPG ve hatibû tehdîdkirin.

Elpartî di daxuyaniyekê de ragihandibû:“Dursun roja 22 û 23 meha 10 ya sala 2012 ji aliyê YPG ve hatibû şopandin, lê nikaribûn wî bigirin”.

Behzad Dursun roja 24 mijdara sala 2012 ligel ciwanekî bi navê Mihemed Selîm Osman tevî otomobîla xwe hatibûne revandin. 

PYD û YPG ji aliyê xwe dibêje ku haya wan ji revandina wî tune ye.

Heta niha jî ew wenda ye û nayê zanîn bê ka kê ew revandiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst