Li Rihayê 6 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi kordîneya Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM), ekîbên Serokatiya MÎTê ya Rihayê û Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê bi hinceta PKKyê xebat hatin destpêkirin.

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de bi îdiaya ku pêwendiya wan bi PKKyê hene û li ser navê “rêxistinê" çalakî kirine biryara desteserkirina çend kesan hat dayîn.

Di vê çarçoveyê de li Riha, Mêrdîn û Xarpêtê ekîban bi awayekî hevdem ser bi navnîşanên diyarkirî de girt û 10 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê 4 ji wan ne welatiyê Tirkiyeyê ne.

Her wiha hat gotin ku di lêgerînên hatin kirin de dokumaneke rêxistinî, laptopek, 43 fîşek, 2 şarjorên demançeyê, 6 têlefonên mobîl, 6 sîm kart, 2 hafizeyên flaş, hard dîskek û 16 CD hatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniyê, xebatên ji bo desteserkirina çend kesên din jî berdewam dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst