Daxuyaniya fermî hat: Roja propagandaya hilbijartinan diyar bû

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Propaganda Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê”
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê sibe dest pê bike.

Meclisa Komîseran a Komisyona Hilbijartinan îro li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Umer Ehmed piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Hakim Umer Ehmed ragihand ku sibe (25ê Îlonê) roja yekem a propagandayê ye û dê propaganda heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Hejmara giştî ya lîsteyên ku îro ji aliyê komîsyonê ve hatine pesendkirin 136 lîste ne.

Her wiha hejmara namzedên hatine pesendkirin hezar û 191 kes in û ji wan 823 zilam in û 368 kî jin in.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji hemû namzed û aliyan xwest ku girêdayî sistema komîsyona hilbijartinan bin.

Umer Ehmed he got, “Em bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû wezaretan dikin ku ji bo pêkanîna hilbijartineke azad û adil alikariya komîsyonê bikin.

Ez dixwazim dîsa dubare bikim ku ji bo ku hilbijartinek paqij û adil pêk were em dê bi profesyonelî û bê alî kar bikin.”

Serokê Şaxê Hewlêrê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Merwan Mihemed jî Rûdawê re got:

"Her kesê ku rênimayên kampanyayê binpê bike, dê ji aliyê komîsyonê ve were darizandin."

 Li gorî yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Kurdistanê kesên ku hilbijartinê binpê bikin dê werin cezakirin.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Hilbijartina vê carê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê dê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ve bê birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst