Çavkaniyek: ‘Propagandaya hilbijartinan sibe dest pê dike’

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyeke ji Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê sibe dest pê bike.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Çavkaniyeke ji Komîsyonan Hilbijartinan a Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dê propagandaya hilbijartinan sibe (25ê Îlonê) dest pê bike.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Rûdawê jî got, “Biryar heye ku sibe roja yekem a hilbijartinan be.”

Serokê Şaxa Dihokê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas li ser mijarê got:

“Eger îro navên namzedên hatin pesendkirin dê îro roja destpêkirina propagandayê jî were diyarkirin.”

Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Merwan Mihemed got, “Piştî ku navên namzedan hatin pesendkirin dê di maweyê 24 saetan de propaganda dest pê bike.”

Divê were gotin ku Meclisa Komîseran a Komisyona Hilbijartinan niha di civînê de ye û heta niha ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.