HAT NÛKIRIN – Agirê bi otêleke Qersê ketibû hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) –  Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê agirê ku li otelekê 7 qatî derketib û ji aliyê ekîbên îtfaiyeyê ve hat vemirandin.

Li Qersê, li qata 4an a oteleke li ser cadeya Faîk Beyê şewat derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.

Di şewata ku ekîbên îtfaiyeyê vemirandin da, 4 jê biyanî 10 kesên ku di otêlê da asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Di şewatê de kesek birîndar bû û 10 kes jî duxanê tesîr li wan kir.

Tîmên tenduristiyê kesên navborî birin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiyê ya 2 kesan giran e.

Agir bi xebata ekîbên îtfaiyeyê hat vemirandin.

Şaredarê Qersê Otuken Senger û Birêvebirê Ewlehiyê Mehmet Omur Saka jî çûn bûyerê û wab lêkolîn kir.

Hat ragihandin ku sedema derketina agir hîn jî nayê zanîn lê tê gotin ku îhtîmal e ji ber qontaxa elektrîkê derketibe.