AMED - Polîsan bi ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt
Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan vê sibehê bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt û gelek kes hatin desteserkirin.
Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ragihand ku îro li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîza Pirtûkê girt.
Maşallah Dekak da zanîn ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.
Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Birêvebira MED-DERê Dîlan Guvenç hatin desteserkirin.
Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatin desteserkirin.
MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.
Hat zanîn ku dê saet 12:00an li ber MED-DERê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.
AMED - Polîsan bi ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 24, 2024
🛑Polîsan hemû pirtûk belawela kirine
🎤Derdora 20 kesî hatine desteserkirin
🎤 Em vê wekî bêhafizekirina gelê Kurd dibînin çimkî zimanê miletekî bîr û nasnameya wî miletî ye #Amed #MEDDER #PayîzPirtûk pic.twitter.com/5nOhDQSrtu