Zalmay Xelîlzad: Ez ji Kurdan dixwazim bila tevlî hilbijartinê bibin

24-09-2024
Diyar Kurde
Nîşan Zalmay Xelîlzad Amerîka New York Herêma Kurdistanê Hilbijartinên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad bangî xelkê Herêma Kurdistanê kir ku tevlî pêvajoya hilbijartinê bibin.

Zalmay Xelîlzad ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Xelîlzad bangî welatiyên Herêma Kurdistanê kir û ji wan xwest ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Balyozê berê yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku divê rêz li destûra Îraqê bê girtin û bi rêya Dadgeha Federal statûya Herêma Kurdistanê jî neyê lawazkirin.

Zalmay Xelîlzad diyar kir ku ew kêfxweş e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tên kirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin û bangeşeya hilbijartinên Herêma Kurdistanê sibe dest pê dike.

Zalmay Xelîlzad li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê wiha got:

“Ez bangî hemû Kurdan dikim ku tevlî hilbijartinan bibin. Hilbijartin ne pêvajoyek e ku mirov li mala xwe rûnê û ji televîzyonê lê temaşe bike, divê hûn tevlî bibin û deng bidin û giringiyê bidinê"

“Kurd di nava çend welatan de hatine dabeşkirin”

Zalmay Xelîlzad li ser pirsgirêka Kurd jî wiha got:

Kurd her çend bê dewlet jî bin neteweyeke mezin in. Ev neheqiyeke dîrokî ye ku dewletên kolonyalîst û yên din li Kurdan kiriyte.

Sînor hatin çêkirin û Kurd di nava çend welatan de hatin dabeşkirin.”

Zalmay Xelîlzad di berdewamiya axaftina xwe de bangî Îraqiyan jî kir û amaje bi wê yekê kir ku rêzê li destûrê bigirin û bi rêya hîle û fêlbaziyan bila hewla lawazkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê dayîn.

Zalmay Xelîlzad di navbera salên 2003-2005an de Balyozê Amerîkayê yê Efxanistanê bû.

Her wiha Xelîlzad salên 2005-2007an jî Balyozê Amerîkayê yê Îraqê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst