PWK û PSKyê desteserkirina birêvebirên MED-DERê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - PSK û PWKyê desteserkirina birêveberiyên MD- DERê şermezar kir.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar kirin.

Buroya Ragehandinê ya PWKyê li ser destese kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de PWKyê xwest mamoste û xebatkarê MED- DERê bên azadkirin.

“Êriş berhemên dijayetiya Kurdî ne”

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li Amedê polîsan bi ser avahîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîz Pirtûkê girtine

Hat ragihandin ku gelek mamoste, xebatkar û birêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.

Ev êriş hemû berhemên dijayetiya zimanê Kurdî ne.

Em desteserkirina mamoste, xebatkar û birêvebirên MED-DER û êrîşa li ser avahiya Payîza Pirtûkê şermezar dikin.”

“Zimanê ne nasnameya me ye”

PSKyê jî bi navê “Zimanê me nasnameya me ye” daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girtina karmendên MED – DERê parçeyek ji pêkanînên li dijî zimanê Kurdî ye.

Di daxuyaniyê de behsa xebatên MED – DERê hat kirin û wiha hat gotin:

"Êrişa hêzên ewlehiyê ya li ser MED-DERê ku li Amedê dersên Kurdî dide û êrişa Pirtûkxaneya Payizê ya ku ji sala 2017an û vir ve pirtûkên Kurdî lê tên firotin û girtina rêveber û mamosteyan beşa dawî ya êrişên dewletê ye.

Ev pêk anîn û kirinên bi vî rengî ne tenê bêtehamuliya li hemberî ziman û çanda kurdî nîşan dide.

Di heman demê de polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya înkar û asîmîlekirina ziman û çanda Kurdî radixe ber çavan.

Em êrîşa li ser MED-DER û Pirtûkxaneya Payizê bi tundî protesto dikin.

Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

Zimanê me nasnameya me ye.

Erka me ye ku em zimanê xwe biparêzin û geş bikin.”