Rêveberiya Xweser hezar û 520 kes efû kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di efûya hejmar 10 a sala 2024an de hezar û 520 girtiyan sûd wergirt.

Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser yasaya efûya giştî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê hezar û 120 girtî hatin azadkirin û ew kesên girtiyên din jî dema cezayê wan di bin nîvî re bikeve dê bên azadkirin.

Li gorî daxuyaniyê, 63 jinan ji efûyê sûd wergirtiye ku ji wan jinan 35 kes hatine azadkirin.

Meclisa Edaleta Civakî diyar kir her kesê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şer kiribe, serçete û dijminên ku di rêxistinên terorî de hatine perwerdekirin, mirov kuştine, endamên şaneyên veşartî yên rêxistinên terorîst ên ku teqîn pêk dianîn û kesên tohmetên sîxurtî û xiyanetê lê hatine barkirin dê ji efûyê tu sûdê wernegirin.

Divê were gotin yasaya efûyê ya Meclisa Edaleta Civakî, çekdar, emîr, serçete, perwerdekar, kesên tev li kiryarên teqandin û kuştinê bûne li xwe nagire.

Li aliylê din, hin kesên tevlî rêxistina DAIŞê bûne û tevlî ti şeran nebûne tenê di rêxistina DAIŞê de wekî karmendên sivîl xebitîne sûdê ji yasaya efûyê digirin.