Nêçîrvan Barzanî: Bila bangeşe nebe sedema alozî û parçebûnê

24-09-2024
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî\ Wêne Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî\ Wêne Rûdaw
Nîşan Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku bila bangeşeya hilbijartinê aloziyê di navbera aliyan de dernexe û civakê parçe neke.

Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bangî aliyan kir ku li gorî yasa û rêkarên komîsyonê tev bigerin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku hemû alî bi hev re xwediyê destkeft û pêşketinên Herêma Kurdistanê ne.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wisa ye:

"Kurdistaniyên hêja!

Partiyên siyasî, lîst û berbijêrên rêzdar!

Ev dema we xweş be…

Kampanyaya şeşemîn gera hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sibe dest pê dike. Ez ji hemû aliyan dixwazim ku hûn li gorî yasa û rêkarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tevbigerin.

Kampanyayeke aram û şaristanî bi rê ve bibin û bernameyeke hilbijartinan ku cihê bawerî û hêviyên xelkê Herêma Kurdistanê be pêşkêş bikin.

Bila kampanyayek be ku aloziyê di navbera aliyan de dernexe û civakê parçe neke. Divê wêneyekî ciwan yê Herêma Kurdistanê nîşan bide û çanda dewlemend a bihevrejiyan, hevpejirandin û cihêrengiya civaka Kurdistanê û pêkhateyên wê nîşan bide.

Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û zemîneke berfireh ji bo hevrikiyeke şaristanî di navbera lîste û berbijêran de heye.

Her kes azad e ku propagandaya siyaset û bernameyên xwe bike û rexneyan bike lê bila ti kes û alî rê nede xwe ku kîn û nefretê belav bike.

Li vir, bi taybetî, ez dixwazim balê bikişînim ser pêwîstiya parastina rûmet û statûya jinê. Parastina jinan bi giştî û namzediya wan a ji bo hilbijartinên parlamentoyê ji bo Herêma Kurdistanê pîvaneke girîng e.

Aliyên siyasî û berbijêr ne dijminên hev in lê rikaberên siyasî ne. Ew hemû di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me hemûyan jî bi hev re ye. Lewra erka me hemûyan e ku em bi hev re hewl bidin pêvajoyeke demokratîk bi awayekî aştyane bimeşînin.

Piştî hilbijartinan divê alî û kesên serkeftî careke din bi hev re rûnin û hikûmetê pêk bînin û yên ku dibin mixalefet jî divê di warê yasadanîn û çavdêriyê de bi hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê re tev bigerin.

Pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û neteweyan rûyekî geş û bingeheke bihêz ya serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Em hemû bi hev re xwediyê hemû destkeft û pêşketinên Kurdistanê ne. Parastina vê pêkvejiyanê erka me hemûyan e.

Ji ber vê yekê jî divê di kampanyaya hilbijartinê de rêz li pîrozî û sembolên Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê were girtin. Em piştgiriya îradeya azad a hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin. Divê dezgehên ewlehiyê bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêkî bangeşeya hilbijartinê bi rê ve bibin.

Kurdistaniyên hêja!

Em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina nakokiyên li ser hilbijartinan demeke dirêj e digel aliyên siyasî di nava gotûbêjan de bûn.

Em tu carî ne bi paşxistina hilbijartinan re bûn lê ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û ji bo wê yekê ku hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan bêne kirin, me çend caran hilbijartin bipaş xistin.

Ez spasiya Hikûmeta Federal, birêz Serokwezîr Sûdanî û Serokê Desthilata Dadwerî ya Îraqê birêz Fayiq Zêdan dikim ku ji bo jiholêrakirina hemû pirsgirêkên li pêşiya rêkxistin û amadekariyên hilbijartinan, bi tevahî alîkar bûn.

Em spasiya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dostên me yên di civaka navneteweyî de, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û welatan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û dilgermiya wan ji bo lidarxistina hilbijartinan dikin.

Welatiyên hêja!

Giranî û xurtbûna statûya Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya saziyên me girêdayî lidarxistin û serkeftina hilbijartineke paqij û azad e. Lewre çavê hevalên me li her derê li ser vê hilbijartinê ye û erka me hemûyan e ku em ji bo serkeftina wê kar bikin.

Hilbijartina parlamentoyeke bihêz alîkar û derfeteke girîng e ji bo bihêzkirina sîstema demokrasî, sazî û reforman û her wiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê û bicihanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Bi hêviya kampanyayeke aram û hilbijartineke serkeftî.

Demeke xweş ji we hemûyan re dixwazim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst