AMED - Şofêrên servîsan naxebitin, zarok nikarin herin dibistanan

Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi hezaran xwendekarên Kurd ji ber nebûna servîsan heta niha neçûne dibistanên xwe.

Zarok û malbat dixwazin pirsgirêka veguhastinê were çareserkirin, şofêrên servîsan jî dixwazin bihayê veguhastinê were zêdekirin.

Li Amedê tevî ku 3 hefte ne dibistan vebûne jî hê li gelek gundên navçeyên wekî Rezan, Çinar, Bismil, Çêrmûk û Peyas û Pasûrê bi hezaran xwendekaran dest bi xwendinê nekiriye.

Li van cihan ji ber ku şofêrên servîsên veguhastinê pereyên ji bo wan hatiye destnîşankirin kêm dibînin, karê xwe rawestandine u xwendevanan nabin dibistanan.

Her wiha li gelek cihan nakokî di navbera kompaniyayên veguhestinê û xwediyên servîsan û malbatan de hene.

Pirsgirêkên veguhastinê bûne sedem ku bi hezaran xwendekarên dibistanên seretayî û dibistanên navîn neçin dibistanan.

Malbat û xwendekar bi gazinc in û dixwazin wezaret, parêzgarî û rêvebiriya perwerdeyê ya bajêr demildest vê mijarê çareser bikin.

Xwendekarên gundê Heyştdeqayê yê navçeya Rezanê ya Amedê bi dengekî bilind qêr dikin û dibêjin, em dixwazin herin dibistanên xwe’ lê ji ber servîsên veguhastinê ew nikarin  biçin dibistanan.

Ji destpêka werzê perwerdeyê ya îsal şofêrên servîsên veguhastina xwendekaran bi hinceta bihayê veguhastinê ya destnîşakirî kêm e dest ji veguhastinê kişandine.

Ji ber wî 3 hefte ne li hemû gundên Rezan bi sedan zarok nikarin herin dibistanên xwe.

Xwendekar dixwazin biçin dibistanê

Tûana Hûbel xwendekar e û dixwaze biçe dibistanê.

Tûana Hûbelê diyar kir ku ev sê hefte ne ew neçûye dibistanê. Ji ber neçûna dibistanê ew û hevalên xwe ji dersên xwe dûr ma ne û dixwaze dest bi dibistanê bike.

Xwendekara bi navê Sûna Yeşîlê jî diyar kir ku ji ber servîs tunene ew nikare biçe dibistanê.

Xwendekara bi navê Yagmur Melekê jî eşkere kir ku wê bêriya dibistanê û mamosteyên xwe kiriye û wiha got:

“Hingî mekteb vebûne ez neçûme. Min hêj mamosteyên xwe jî nedîtine. Min bêriya hevalên xwe û beriya hemû kesî kiriye.”

Li gorî gotina şofêrên servîsan, problem mezin e û encax rêvebiriya perwerdeyê ya bajêr û kompanyaya ku bi îhaleyê mafê veguhastina xwendekaran girtiye dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

“Bi 550 lîreyî em nikarin kar bikin”

Şofêrê servîsa veguhastina xwendekaran Şêxmûs Aslan wiha got:

“Sala par em bi 450 lîreyî dişixulin. Îsal mazot zêde bûye dibêjin, bi 550 lîreyî veguhastinê bikin’ ev biha têra me nake.

Rêya me 11 kîlometre çûn  û 11 kîlometre jî veger e bi giştî 22 kîlometre ye.

Em jî hezar lîreyî dixwazin. Wekî din me xilas nake.”

Malbat jî bangî berpirsên perwerdeyê dikin û ji wan dixwazin vê pirsgireka mezin çareser kirin.

“Ez dixwazim keçikên min bixwînin”

Zeynep Yeşîl dayika 7 zarokan e û hemû zarokên wê diçin dibistanê.

Zeynep Yeşîlê bangî çareserkirina pirsgirêka veguhastinê li berpirsan kir û wiha got:

“7 zarokên min hene hemû jî diçin dibistanê. Zarokên min jî yek jê kur yên din jî keç in.

Ez dixwazim keçikên min bixwînin. Em ji dewletê alîkariyê dixwazin. Em dixwazin pirsgirêka servîsê çareser bikin.

Îmkanên me tunene ez bi xwe zarokên xwe bişînim dibistanê. Gelek malbat ji ber vê rewşê zarokên xwe naşînin dibistanê.”

“Bila dewlet pirsgirêkê çareser bike”

Alî Yeşîl jî bavê 3 xwendekaran e û ji dewletê xwest ku pirsgirêk bi zûyî were çareserkirin û wiha got:

“3 xwendekarên min hene û bi şêwaza veguhastinê diçin li gundekî din dixwînin.

Ji ber ku ev 3 hefte ye servîsa veguheztinê nîne naçin dibistanê.

Ew ji dersên xwe paş de mane. Ez dixwazim dewlet li ser vê meseleyê bisekine û şofêran jî memnûn bikin û me jî memnûn bikin.

Wekî din em nikarin xwendekarên xwe bişînin dibistanan.”

Ji bilî navçeya Rezanê li navçeya Peyas û Çinarê û li çendîn gund û navçeyên din yên Amedê heman pirsgirêk heye.

Beriya bi 21 rojan pêvajoya xwendinê dest pê kir lî hîn jî bi hezaran xwendekaran dibsitanên xwe û mamosteyên xwe nedîtine.