Li Semsûrê 152 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonên madeyên hişbir de 152 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Semsûrê ragihand ku Tîmên Rêvebiriya Şaxa Têkoşînê ya li Dijî Narkotîkê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Semsûrê li hemberî bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir xebat daye destpêkirin

Parêzgariyê da zanîn ku di nav mehekê de di operasyonan de 152 kes hatine desteserkirin.

Her wiha parêzgariyê diyar kir ku di encama operasyonan de 1 kîlo û 400 gram madeyên hişbir ên sentetîk, 201 hebên hişbir, 341 groma heşîş (esrar) û 2 demançe hatine qefaltin.

Piştî wergirtina îfadeyan, hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin dadgehê û 5 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.