Çalakvanan bangî xelkê kir: 'Divê êdî her kes Kurdî fêr bibe û Kurdî fêr bike!'

24-09-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan MED - DER Amed Perwerdeya Kurdî Saziya Zimanê Kurdî Cemîle Turhalli Heval Dilbihar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Çalakvanên zimanê Kurdî li Amedê diyar kir dê xebatên wan ên li ser Kurdî berdewam bikin û ji xelkê xwest ku Kurdî fêr bibin û fêr bikin.

Li Amedê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malên çalakvanên zimanê Kurdî.

Li gel malên çalakvanan polîsan vê sibehê bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt.

Di serdagirtina malan de her du hevserokên Saziya Zimanê Kurdî MED-DER jî tê de ji 20î zêdetir kes hatin desteserkirin.

Dildarên zimanê Kurdî li hemberî van serdegirtinan nerazîbûn nîşan dan û xwest ev serdagirtin bêne rawestandin.

Vê serê sibehê polîsan li Amedê, navçeyên wê û bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê avêt ser malên çalakvanên zimanê Kurdî.

Polîsan li avahiya MED-DERê lêgerîn kir û dest danîn ser pirtûk û hardîskên komputeran saziyê.

“Têkoşîna me ya ji bo ziman dê berdewam bike”

Berdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya Dem Partiyê Cemîle Turhalliyê li ser bûyerê wiha got:

“Kurdan wekî dijmin dibînin, zimanê Kurdî dijmin dibînin. Ji ber vê yekê êrîşî zimanê Kurdî dikin û dixwazin zimanê Kurdî krîmînalîze bikin.

Dixwazin daxwazên me krîmînal bikin lê heta niha jî têkoşîna me ya ji bo zimanê Kurdî berdewam dike.

Daxwazên me jî helbet dê dewam bike. Daxwaza me ne tenê axaftina bi zimanê Kurdî ye. Em perwerdeya Kurdî dixwazin.

Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Helbet ev daxwaz daxwazeke esasî ye û daxwazeke bingehîn e.“

Berdevkê Komîsyona Çand û Zimanan a DEM Partiyê Heval Dilbihar jî li hemberî desteserkirina MED-DERê nêrazîbûn nîşan da û bangî Kurdan kir ku li ziman xwedî derkevin.

“Bila her kes Kurdî hîn bibe û hîn bike”

Heval Dilbihar amaje bi binpêkirinên mafên ziman kir û wiha berdewam kir:

Em bangî hemû malbatên Kurd dikin. Em bangî hemû partî, sazî, dezgeh, platform, hunermend, rewşenbîr û derdorên azadîxwaz, derdorên welatparêz dikin.

Bila têkoşîna zimanê Kurdî li her qadê bilind bikin.

Bila her Kurdek Kurdî hîn bibe, Kurdî hîn bike, Kurdî bide hînkirin û li her derê bibin mamosteyê zimanê Kurdî.“

Di serî de parlamenterên DEM Partî û rêveberên DBPyê, nûnerên gelek saziyên sivîl ji bo piştgiriyê li ber avahiya MED-DERê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Mamosteyê Kurdî Mihemed Asana jî diyar kir ku êrişên li dijî zimanê Kurdî, êrişên li dijî çand, nasname û nirxên gelê Kurd in.

Piştî daxuyaniyê ji bo şermezarkirina desteserkirina rêvebir û mamosteyên zimanê Kurdî yên saziyên ziman, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst