Nêçîrvan Barzanî xwest ku kampanyaya hilbijartinan bi awayekî medenî bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Srerokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya li Silêmaniyê de ji hemû aliyan xwest ku bi awayekî medenî û aştiyane kampanyaya hilbijartinan bimeşînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Silêmaniyê.

Nêçîrvan Barzanî bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr û hinek berpirsên din ên parêzgarê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa giştî ya parêzgeha Silêmaniyê û bi taybetî di warê îdarî û xizmetguzariyê de û her wiha amadehiyên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê de behsa pêwîstîyên hinek projeyên nava wê parêzgehê jî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser girîngiya serkeftina hilbijartinan û pêvajoya  dengdanê û tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwîst e li Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê kampanyayeke medenî ya hilbijartinan bê li darxistin

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji birêvebiriya parêzgehê re nîşan da û biryar da ku hinek ji daxwazên wan pêk bîne.

Çawaniya bipêşxistina sektorên cûr bi cûr ên li Silêmaniyê û hewla çareserkirina pirsgirêkên Balafirgeha Navneteweyî ya  Silêmaniyê û çend mijarên din ên girêdayî bi karûbarên parêzgehê mijarên din ên wê civînê bûn.

Li aliyê din, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr jî derbarê naveroka civînê da xuyakirin ku gotûbêj li ser rewşa xizmetguzariyê hatiye kirin û Serokê Herêma Kurdistanê piştevanya xwe ya ji bo Silêmaniyê aniye ziman.

Heval Ebûbekîr her wiha da zanîn, wan ji Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku hewl bide ku dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê bê rakirin.