Nêçîrvan Barzanî çû Silêmaniyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Silêmaniyê.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî saet 09:30î gihiştiye Meclisa Bajêr a Silêmaniyê.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Rûdawê re da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî here Parêzgariya Silêmaniyê.

Hat zanîn ku dê Serokê Herêma Kurdistanê bi Parêzgarê Silêmaniyê, Alîkarê Parêzgar, qaymeqam û rayedarên din ên bajêr re bicive.

Nêçîrvan Barzanî dê piştre jî Ofîsa Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Silêmanî-Helebce-Raperînê ziyaret bike.

Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî dê li Silêmaniyê bi berpirsên PDKyê yên Germiyan, Raperîn û qeza û nahiyeyan re jî bicive.