Li Efrînê aloziyên di navbera çekdaran de zêde bûne

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Emşat Hemzat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê tevî binpêkirinên grûpên çekdar ên li hemberî Kurdan, gelek caran di navbera wan grûpên çekdar de jî alozî derdikevin.

Niha nakokiyên di navbera hêza hevbeş a ku ji Emşat, Hemzat û grûpa Cebhe el Şamiyeyê pêk tê de alozî gelekî kûr bûne.

Çavkaniyeke ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku her du aliyan hêz û çek li hemberî hev kom kirine û ji çekdarên xwe xistiye rewşa amadebaşiyê.

Grûpa Emşatê hêzeke mezin ji nahiyeya Şiyê ber bi eniyên Cebhe Şamiyeyê ve biriye.

Cebhe el-Şamiyeyê jî hêzeke mezin bi çekên giran ji herêma Êzazê biriye sînorê di bin kontrola Emşat û Hemzatê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst