Li Qers û Erdexanê baran û teyrok bariyan

24-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Erdexan Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê piştî baran û teyrokê cade û kolan di bin avê de man.

Li her du bajaran welatî di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Li parêzgeha Qersê di demjimirên êvara îro baran bariya. Piştî baranê dem bi dem teyrok jî bariya.

Ji ber baran û teyrokê cadeyên Cumhuriyet û Înonuyê di bin avê de man û welatî di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Bi heman awayî li parêzgeha Erdexanê jî piştî baranê teyrok bariya. 

Teyrokê navenda bajarokê Damalê yê Erdexanê spî kir.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê derbarê parêzgehên Erdexan, Qers, Meletî, Wan û  Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê de hişyariya baranê dabû.

Wê saziyê herwiha hişyarî dabû welatiyan ku li hemberî egera lehiyê tedbîrên xwe wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst