Erşad Salihî ji bo Kerkûkê hişyarî da: Dê kaos derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê Erşad Salihî li ser tayînkirina polîsên Kerkûkê hişyarî da Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê.

Erşad Salihî got “Divê tayînkirin ji hemû pêkhateyên li bajêr dijîn pêk bê û pêkanîna biryarê bi vî rengî wê bibe sedema kaosê.”

Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê Erşad Salihî derbarê tayînkirina polîsan a li Kerkûkê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Erşat Salihî bangî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê kir û tekez kir ku ji bo tayinkirina polîsan divê di navbera pêkhateyan de ti cudahî neyê kirin.

Salihî got, “Birêz Wêzîrê Karên Navxwe, hûn ji rewşa Kerkûkê agahdar in.

Divê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran bizanibe biyarên ku derbarê tayînkirina polîsan de wergirtiye, Kerkûk xwedî pêkhateyeke pirneteweyî ye.

Divê pratîkeke wekî pişka ku zêde derfetê dide netewekî û kêmtir dide neteweke din, neyê cîbicîhkirin.”

“Dê her kes dakeve kolanan”

Salihî diyar kir ku tayînkirinên polîsan bi awayekî neheq hatine kirin û di navbera pêkhateyan de ti wekhevî li ber çavan nehatiye girtin û wiha berdwam kir:

“Hûn li Kerkûkê bûn sedema kaosê. Li Kerkûkê ji bo tayînkirina 2 hezar û 500 polîsan navbera pêkhateyan de bi awayekî neheq û berevajî prensîba wekheviyê girêbset hatin kirin. ev sûc e.

Mijareke din a ku bala me kişand jî ew e ku di nava hefteyekê de ji bo hinek kesên ku ne xelkê Kerkûkê bûn, karta îqameyê hat dayîn.

Ji bo tayînkirina 2 hezar û 550 polîsên Kerkûkê bi awayekî nehiqûqî û berevajî prensîba wekheviyê di navbera pêkhateyan de girêbest hatin kirin.

Ev çawa tê kirin? Mafên xelkê Kerkûkê li ku ne? Li ser çi bingehê hate çêkirin?

Me beriya hefteyekê kolan aram kir, niha hûn li Kerkûkê kaosê derdixin?

Kaosa ku dê derkeve holê jî neteweyî ye. Ma hûn dixwazin gel dakevin kolanan, xwepêşandan û grevê bikin?

Êdî bes e. Heta kengê hûn dê taybetmendiya Kerkûkê fêm nekin?

Kesên ku taybetmendiyên Kerkûkê nizanin nikarin li vî bajarî tiştekî bikin.”

Herwiha Salihî diyar kir ku ji tiştên ku li Kerkûkî çêbibin dê Wezareta Parastinê berpirsyar bê û wiha axivî:

“Daxwaza me ji Wezareta Parastinê heye. Em dê vê biaxivin.

Ez îro ji Wezîrê Karên Navxwe dixwazim heta ku hemû lêkolînên pêşwext tên kirin, girêbesta polîsên Kerkûkê rawestîne.

Wekî din wê her kes dakeve kolanan.”

Tenê 350 ji wan Kurd in

14ê Îlonê, Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihandibû ku dê 37 hezar polîs bên tayînkirin.

Li Kerkûkê di pêvajoya tayînkirina 2 hezar û 550 hêzên polîsan de ku ji bo Kerkûkê hatibû avakirin, kotaya 350 kesî ji bo Kurdan û 350 kesan jî bo Tirkmenan hatiye veqetandin û yên din jî hemû ji bo Ereban hatiye veqetandin.

Li gorî qanûna budceyê ya 2023yan, 37 hezar Polîsên ku bên tayînkirin dê li Kerkûkê û 14 parêzgehên Îraqê bên belavkirin.