Li Efrînê Erebên hawirde û polîsên serbazî bi hev ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Racoyê yê herêma Efrînê alozî di navbera Erebên hawirde û polîsên serbazî de derket.

Li bajarokê Racoyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Erebên hawirde û polîsên serbazî yên mixalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê de derket.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo da zanîn ku roja şemiyê, şer û pevçûna wan bi dar û keviran bûye.

Mistefa Şêxo diyar kir ku Erebên hawirde yên ku ji Xûteya rojhilatê Sûriyeyê ne, dezgehên firotina kelûpelan li pêş dikanan danîbûn û dema ku polîsên serbazî hewl dabûn wan rakin, alozî derketibû.

Di dîmenên ku hatine belavkirin de dengê guleyan jî tê bihîstin.

Berî dagirkirina Efrînê, şêniyên bajarokê Racoyê ji sedî 100 Kurd bûn lê niha piraniya şêniyên resen hatine koçberkirin.

Li şûna Kurdan û Ereb û Tirkmenên hawirde û xizmên çekdaran grûpên ser bi Tirkiyeyê ve lê hatine bicihkirin.