Tora Medyayî ya Rûdawê 3 xelat wergirtin

24-09-2023
RÛDAW
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat 3 xelat dan Tora Medyayê ya Rûdawê
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat 3 xelat dan Tora Medyayê ya Rûdawê
Nîşan Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat Xelat GGC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC), îsal kamereman û nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê, hêjayî sê xelatan dîtin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat ku li Bakurê Kurdistanê saziya herî berfireh a rojnamegeriyê ye, rojnamegerên serkeftî yên salê xelat kirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat şevê din li Amedê cara 37emîn Merasîma Xelatên Rojnamegerên Serkeftî yên Salê  li dar xist.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat di beşên cuda yên medyayê de 41 xelat dan.

Îsal kameraman û peyamnêrên Rûdawê yên ofîsên Tirkiye û Bakurê Kurdistan di 3 beşan de hêjayî xelatan hatin dîtin.

Kameramanê Rûdawê Mehmet Kanevî, Nûçegihanê Amedê Abdulselam Akinci û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqereyê Şewket Herkî di 3 beşan de xelat wergirtin.

Kameramê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Mihemed Kanevî di beşa dîtbarî de bi fîçera “Gola Qulingan” xelata yekemîniyê wergirt.

Abdulselam Akincî jî bi bernameya “Şevçira”yê xelata mansiyonê bi dest xist.

Xelateke din jî Nûnerê Ofîsa Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî bi fîçera “Aşê 100 salî” wergirt.

Ji ber ku Şewket Herkî ji bo rûmala şer di şeva xelatê de ne amade bû, li ser navê wî Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak xelata wî wergirt.

GGCyê heta niha 12 xelat dane Rûdawê

Di şeva xelatkirinê de parlamenterên AK Partiyê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP), parlamenterên CHPyê û nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên Amedê jî amade bûn.

Di nava 10 salên avakirina Rûdawê de Ofîsa Amedê ya Rûdawê 9 xelat, Ofîsa Enqereyê 2 xelat wergirtine û Ofîsa Stenbolê jî ji GGCyê xelatek wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst