Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur ragihand ku ew ne di wê baweriyê de ye erdhejeke bihêz li Amedê çêbibe.
Piştî erdhejên 6 Sibatê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku derdora 60 hezar kesî canê xwe ji dest da, gelek hişyarî ji ber rûdana erdhejên nû tên dayîn.
Jeolog û Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur yek ji wan kesan e ku beriya erdhejên 6 Sibatê jî hişyarî dabûn.
Nacî Gorur destnîşan kir ku Amed ne li ser xeta fayê hatiye avakirin lê dibe ku erdhejên Faya Rojhilatê Anatolyayê bibe metirsî.
Gorur da zanîn ku eger li Amedê lêkolînên bejahî bên kirin û avahiyên saxlem bên çêkirin xeteriyeke cidî namîne û lê ev hişyarî da:
“Bi taybet li geliyan û navçeya Licê ku beriya niha erdhej lê çêbûye, divê avahî neyê çêkirin.”
Prof. Dr. Nacî Gorur ku ji bo komxebateke derbarê erdhejê li Amedê ye, bersiv da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî.
Abdulselam Akincî: Hişyariyen we berî erdhejê jî hebûn lê piştî erdhejê hişyarîyên we tunditir bûne. Hûn dibêjin li hemberî erdhejê bajarên berxweder ava bikin. Bersiva vê banga we tê dayîn? Mesela bi Serokkomarê Tirkiyeyê re pêwendiyeke we çêbûye?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Di van deman de, wate piştî erdhejên 6ê Sibatê, siyasetmedar û rêveberên me yên herêmî hesastir û baldartir in. Herwiha dem bi dem bi min re dikevin pêwendiyê, diaxivin û agahiyan werdigirin. Wate ez guherînekê dibînim.
Abdulselam Akincî: Di halê heyî de AFAD heye lê niqaşek derket holê ku hat gotin divê wezareta karesatan were avakirin û divê budceyeke xweser a wê wezaretê jî hebe. Hûn derbarê vê yekê çi difikirin, bi nêrîna we divê çi were kirin?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Ev mijar hat axaftin û nîqaşkirin. Yekem car min behs kir. Min gotiye û ez niha jî wê yekê dibêjim. Divê li vî welatî teqez wezareta karesatan hebe.
Erdhej divê mijara herî girîng be. Divê xebat ji bo bihêzkirina herêmên erdhejê bên kirin. Em dikarin vê bikin û em dikarin di vê mijarê der ser bi kevin. Zanîn û şiyanên me hene.
Lê belê divê ev bibe wezaretek li ser siyasetê. Divê budceyeke cidî bê dayîn. Eger wezaret li ser bingeheke saxlam bê avakirin û sibe dest bi kar bike, mimkun e ew wezaret di nava 10-15 salan de tevahiya Tirkiyeyê ji erdhejê re amade bike.
Ji bilî vê ti rêyeke me ya din nîne. Ji ber ku ev erdhej bi milyonan sal in diqewimin. Ev 13 mîlyon sal in çêdibin. Dê milyon salên din jî berdewam bikin.
Eger em wekî miletê Tirk li van axan bijîn û hebûna xwe biparêzin, divê em rastiya jiyanê qebûl bikin. Divê teqez em di vê meseleyê de bi ser bikevin. Divê em cihên xwe yên niştecihbûnê li hemberî erdhejê bihêz bikin.
Abdulselam Akincî: Piştî erdhejên 6ê Sibatê ji bo 11 parêzgehên navborî metirsî hîn jî heye?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Li cihên ku erdhej çêdibin metirsî pir kêm dibe. Ji ber ku enerjî vala dibe lê hin fayên neşikestî yên piçûktir car caran li tenişta van fayên şikestî dimînin. Dibe ku erdhejan çêkin lê nabin sedema felaketên mezin. Wate em dikarin bibêjin ku xeterî li van parêzgehan nemaye.
Abdulselam Akincî: Amed bajarek e ku nifûsa wî 2 milyon kes e. Wekî bajarê din li Amedê jî avahiyên nesaxlem hene. Hûn ji xelkê Amedê re çi dibêjin? Gelo li ser Amedê metirsî heye?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Li Amedê di warê erdhejan de, ti pirsgirêkeke cidî nîne. Du fay li ser Amedê gef in. Yek ji wan ji ya din nêzîktir e lê dîsa jî ji Amedê dûr e û dikeve bakurê bajêr.
Em ji wê qadê re dibêjin kembera Çiyayê Zagrosê ya Bidlîsê. Ev xet dikare erdhejan çêbike.
Ya duyemîn jî faya Rojhilatê Anatoliyê ye. Niha her erdheja ku li ser faya Rojhilatê Anatoliyê çêdibe bandorê li Amedê jî dike. Ji wê bandoreke pir kêm li Amedê dibe. Ti fayên ku bi Amedê re derbas dibin an jî pir nêzîkî Amedê nînin.
Bi gotineke din fayên çalak ên nêzîkî Amedê nînin û lewma jî zêde metirsî li ser nîne. Eger li Amedê lêkolînên bejahî bên kirin û avahiyên saxlem bên çêkirin xeteriyeke cidî namîne.
Bi taybet li geliyan û navçeya Licê ku beriya niha erdhej lê çêbûye, divê avahî neyê çêkirin. Bi vê mercê dê ti xeterî li ser Amedê nebe.
Abdulselam Akincî: Jeolog herdem me hişyar dikin ku em di avahiyên saxlem de bijîn. Xaniyê we çawa ye? Li ba we tirs heye, hûn ji bo hezkiriyên xwe ditirsin?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Xemên min hene, ji ber vê yekê ez dixwazim ji gelê xwe re behsa vê bikim. Min jiyana xwe da vê yekê.
Ez li xaniyekî duqatî yê bibaxçe dijîm. Eger xaniyek sivik be û li gorî rêgezên pêwîst en endezyarî hatibê çêkirin dê tiştek nebe.
Abduselam Akıncı: Ezmûneke me ya nexweş a erdhejan heye û tevî vê yekê jî mirovên me dimirin. Gelo hûn ji rayedaran aciz dibin?
Prof. Dr. Nacî Gorur: Ez tenê gazina ji gelê xwe dikim. Em nebêjin sûcê gel e lê hêza gel heye. Hêza herî xurt a ku hikûmeta dike hikûmet, a serokan dike serok û ya wezîran dike wezîr ya gel e. Bêyî gel ew nabin. Yanî ya ku rêveberiya herêmê tîne ser desthilatdariyê û dike serok her dîsa gel e.
Bila gel bixwaze. Dengê xwe bide kîjan partiyê bila bide lê bila ji wê partiyê re bibêjin, 'Bi planeke ku herêma me ya niştecihbûnê li hemberî erdhejê bihêz bike were hemberî me. Eger hûn bi wî awayî neyên hûn dê dengan ji min negirin.' Ma zehmet vê gotinan bikin?
Bi qasî ku em behsa bihaya lîmonên li bazarê dikin, behsa ewlehiya jiyana xwe nakin. Ma mantiqeke wisa heye? Em nabêjin bila gel tiştekî bike û dengê xwe jî dide kê bila bide.
Erdhej mijareke ser partiyan re ye. Dengê xwe bide kê bila bide û alîgiriya kê dike bila bike lê bila bibêje, ‘Em dixwazin cihên ku em lê dijîn hûn li hemberi erdhejê bihêz bikin. Em dê bi vî mercî dengê xwe bidin we.' Bila vê yekê bibêjin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse