ERZIROM – Otobûseke rêwiyan qulibî: 3 mirî, 22 birîndar

24-09-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xorasanê ya parêzgeha Erziromê otobûseke rêwiyan qulibî, 3 kesan canê xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Xorasan û Erzeromê otobûseke rêwiyan ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û parastina sivîl çûn cihê bûyerê.

Tîman camên otobûsê şikandin û rêwîyên ku di otobûsê de asê mabûn rizgar kirin.

Hat diyarkirin ku rêwiyê bi navê Turan Çagriboga li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîman 22 kesên birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan Nejlem Veliyeva û Nezahat Bayramê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan 22 rêwiyên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst