Spectrum House: Nerîna Nifşê Z yê Kurdan li ser koçberan nerênî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Spectrum House nifşê nû yê Kurdan ku wek Z tên pênasekirin, naxwazin koçber û penaber li Tirkiye bicîh bibin.

Navenda Lêkolînê ya Spectrum House li 5 parêzgehan Stenbol, Izmir, Amed, Wan û Şirnexê ligel 1002 beşdarvanan ku temenê wan di navbera 18-25 salî de ye rapirsiyek bi navê “Helwest û Têgihiştina Nifşê Z yê Kurdan Li Beramber Koçber û Penaberan” kiriye.

Li gor rapirsiyê ji her 5 ciwanan tenê 1 kes dibêje bila rê bo koçber û penaberan bê dayîn daku li Tirkiyê bicîh bibin. Herwiha beşeke zêde ya ciwanan dijî vê yekê derdikevin. Li ser pirsa “Li gor we divê rê bo koçber û penaberan bê dayîn ku li Tirkiyê bicîh bibin” bersiva 1002 beşdaran wiha ye:

Stenbol

Divê tekez rê bo koçber û penaberan bê dayîn: %3.5

Bila karibin bicîh bibin %31

Ez nizanim %23.7

Divê rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %24

Divê qet rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %17.8

Îzmîr

Divê tekez rê bo koçber û penaberan bê dayîn: %3

Bila karibin bicîh bibin: %19.5

Ez nizanim: %18.8

Divê rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %18.8

Divê qet rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %39.8

Amed

Divê tekez rê bo koçber û penaberan bê dayîn: %12

Bila karibin bicîh bibin: %6.6

Ez nizanim: %28.6

Divê rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %20.7

Divê qet rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %32

Wan

Divê tekez rê bo koçber û penaberan bê dayîn: %5.1

Bila karibin bicîh bibin: %1.7

Ez nizanim: %8.5

Divê rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %9.4

Divê qet rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %75.2

Şirnex

Divê tekez rê bo koçber û penaberan bê dayîn: %2

Bila karibin bicîh bibin: %16.3

Ez nizanim: %16.3

Divê rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %14.3

Divê qet rê bo koçber û penaberan neyê dayîn: %51