Li Cizîrê polîsekî xwe û hevîjna xwe ya mamoste kuşt

24-09-2022
RÛDAW
Nîşan Polîs Cizîr Mamoste Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîr a ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî xwe û hevjîna xwe ya mamosteya Îngilîzî kuşt.

Serokê Şaxa Cizîrê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê Selîm Sonmez îro 24ê Îlona 2022an ji Tora Medyayî ya Rûdawê got, doh bi şev 23ê Îlona 2022an li navçeya Cizîrê mamosteya zimanê Îngilîzî Berna Kargi ku li dibistana seretayî ya Recep Tayîp Erdogan mamostetî dikir, ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hat kuştin.

Sonmez her wiha ragihand ku wî polîsî piştî hevjîna xwe kuştiye bi heman awayî dawî li jiyana xwe jî aniye.

Serokê Şaxa Cizîrê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê her wiha got, heta niha li ser sedema kuştina wê mamosteyê de ti zanyariyek li ber destê wan nîne. Li aliyê din saziyên fermî yên Tirkiyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekirine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundûtûjiya mêran li beramber jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li gor amarên Komîsyona Hiquqê ya Jinan a Yekitiya Baroyên Tirkiyê di 137 rojên destpêkê yên 2022ê de 139 jin li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst