Li Wanê kargehek kivarkan berhem tîne

24-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kivark Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kargeheke berhemanîna kivarkan hatiye vekirin. 21 odeyên wê kargehê hene û 38 karker tê de kar dikin.

Rêveberê kargehê dibêje, daxwaza wan heye ku heta dawiya salê, kargeha xwe mezintir bikin û derfeta kar bidin 60 karkerên din. Ew kivarkên xwe dişînin gelek welatên derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî.

Reveberê Kargehê Kubilay Çagri Gidersu anî ziman, “Kargeha me bi şêwaza avhewayeke çêkirî, bêyî ku madeyên kîmyayî bê bikaranîn 24 demjimêran kar dike. Bi teknîk û karmendên pispor, rojane 4 ton kivark tên berhemanîn.”

Kivarkên li vê kargehê tên berhemanîn bo parêzgehên wek Erzerom, Amed, Riha, Meletî yên Bakurê Kurdistanê û bi giştî ji 20 parêzgehan re tên şandin.

Reveberê Kargehê Kubilay Çagri Gidersu got, “Li herêmê cihekî girîng yê parêzgeha Wanê heye. Em berhemên xwe bi awayekî teze, rojane bo hemû parêzgehên derdorê dişînin.”

Kargeh bi teknîkeke profesyonel li ser rûberê 24 hezar metreçargoşe hatiye sazkirin ku 5 hezar metreçargoşeyê wê sergirtiye.

Rêveberê kargehê dibêje armanca wan ew e ku heta dawiya salê dest bi hinardekirina berhemên xwe bo welatên wek Gurcistan, Dubaî û Iraqê jî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst