Nasnameya 3 gerîlayên PKKê yên li Amedê cane xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) –  Nasnameya gerîlayên jin PKKê  ku di 20ê Îlonê de li navçeya Dîcle ya Amedê di êrîşa dronan de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di 20ê Îlonê da li Amedê 3 gerîlayên PKKê Hacer Suçîn bi nasnavê Dîcle Botan û Aliye Kiye bi nasnavê Dîren Wan) di kategoriya pirteqalî û Hatîce Ay a bi nasnavê Amed Ader jî di kategoriya gewr de canê xwe ji dest dane.

Cenazeyê Hatîce Ay radestî malbata wê nedihat kirin. Li ser vê yekê dayika Hatîce Ay, Hîdayet Ay û birayê wê Ayetûllah Ay bi armanca wergirtina cenazê li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.

Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê cenazê radestî malbatê kir û Malbatê cenazeyê keça xwe nîvê şevê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) wergirt  û birin gundê Hewrê yê giredayî navçeya Pasûrê ya Amedê veşartin. 

Cenazeyê Hacer Sucin malbata wê ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê  wergirt û bi Sêrtê.

Polîsan nehişt ku cenaze bi awayek girseyî li Goristana Şêx Mûsa ya li Taxa Doganê bê veşartin, kar û barên veşartina cenazeyê tenê bi tevlîbûna endamên malbatê pêk hat.

Cenazeyê Aliye Kiye li cihê jidayîkbûnê wê li bajarê Wanê bi axê hat spartin.