Xwendina dersên Kurdî li Zanîngeha Artûkluyê destpê kir

24-09-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Zanîngeha Artûklûyê hem dersên lîsansa bilind hem jî dersên mastera bi tez, mastera bê tez û doktorayê bi hev re dest pê kir
Li Zanîngeha Artûklûyê hem dersên lîsansa bilind hem jî dersên mastera bi tez, mastera bê tez û doktorayê bi hev re dest pê kir
Nîşan Xwendina Kurdî Zanîngeha Artuklu Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li Zanîngeha Artûkluya Mêrdînê dersên kurdî yên serdema perwerdehiyê dest pê kirin. Hem beşên kurmancî û hem jî beşên zazakî tijî bûn. Ji ber eleqeya zêde îsal 7 xwendekar ji kontenjanên ku hatine diyarkirin zêdetir hatin wergirtin.

Li Zanîngeha Artûklûyê hem dersên lîsansa bilind hem jî dersên mastera bi tez, mastera bê tez û doktorayê bi hev re dest pê kir. Bi du şêwezarên kurdî bi kurmancî û kirmanckî ders têne dayîn.

 Serokê Beşa Kurdî Doç. Dr. Ehmed Kirkan dibêje: “Bi tevahî 125 kes li vir di asta mastera bê tez, bi tez û doktorayê de em perwerde dikin. Hemû kontenjanên me tijî ne. Heta ji bêtezan de me 7 kes jî zêdetir standiye.”

Mîna Acer jî yek ji van xwendakarên mastera kurmancî ya bê tez e. Ew helbestvaneke ciwan e û tu pirsgirêka wê ya kurdî nîn e. Lê hem dixwaze di aliyê akademîk de xwe bi pêş bixe û hem jî xwedî li vê destkeftiyê derkeve.

Xwendekara Mastera Kurdî Mîna Acer got: “Pirsgirêka min a ziman tune ye. Pirsgirêka min a xwendinê jî tune ye. Jixwe ez di malbateke kurdewar de mezin bûme. Tim em bi zimanê xwe peyivî ne. Ez ji bo bêhtir bi pêş bikevim hatime û ji bo pêşiya vê beşê bêhtir vebe û însanên me xwedî li beşa kurdolojiyê derkevin hatime.”

Di nava xwendekarên ku mastera beşa wêjeya kurdî hilbijartine de ji gelek pîşeyan û temenên cuda xwendekar hene. Lê piraniya wan mamosteyên polan in û xwedî kar in. Ew ne ji bo kar tenê ji bo xizmeta kurdî masterê dike.

Xwendekarê Mastera Kurdî Ramazan Akan jî got: “Pênç şeş sal in ez kurmancî elimî me. Kêmasiyên ku ez dikişandim, min dixwest ez xwe bi pêş bixim, kêmasiyên xwe temam bikim. Ji ber vê yekê ez hatime. Me dest pê kir. A bi xêr.”

Xwendekara Mastera Kurdî Meral Kilinç jî dibêje: “Min li vir lîsansa kurdî qedand. Niha jî li vir mastera bi tez a kurdî dikim. Ez hêviya damezrandina xwe me. Hêvî dikim bême damezrandim. Hêvî dikim em bibin mamoste û dersên kurdî bidin zarokên xwe.”

Xwendekarê Mastera Kurdî Emre Surer jî wiha axivî: “Ji bo ku zimanê xwe baş bielimin, bi akademîk bielimin min dest bi vê beşê kir.”

Xwendekarê Mastera Kurdî Evdila Esen jî got: “Ez ji bo ku zazakiya xwe bi pêş bixim hatime vê beşê. Di masterê de, dixwazim zimanê xwe di aliyê zanistî de bi pêş bixim.”

Ji sala 2012'an ve li zanîngehên Artuklu, Yuzunciyila Wanê, Alparslana Mûşê, Dîjleya Amedê, Mûnzira Dêrsimê û Çewlikê bi awayeke yasayî dersên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê têne dayîn.

Di nava vî 10 salî de bi hezaran kes beşên kurdî qedandine lê heta niha tenê derdora 100 kesî weke mamosteyên kurdî hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst