Supaya Pasdaran a Îranê hişyarî da gelê Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li nav axa Herêma Kurdistanê, li hemberî “rêxistinên li dijî Îranê” operasyoneke nû daye destpêkirin û hişyarî da xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji baregehên wan rêxistinan dûr bisekinin.
Supaya Pasdaran a Îranê îro piştî nîvro ji bejahî ve dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekan a girêdayî navçeya Soran a Hewlêrê kir.
Ajansa Mehr a Îranê ragihand ku hêzên bejayî yên Pasdaran bi armanca “jinavbirina baregehên komên dijî Îranê” li ser xaka Herêma Kuridstanê dest bi operasyonê kirine.
Di nûçeya ku tê de cih daye daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê, tê gotin ku operasyon ji bo ewlekariya sînoran piştî êrîşên ku di demên borî de ji aliyê "komên dijî şoreş" ve li ser xaka Herêma Kurdistanê hatine kirin tê encamdan.
Di nûçeyê de hat gotin ku tevî hişyariyên dubare yên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşîgirtina çalakiyên rêxistinên dijberê Komara Îslamî ya Îranê jî, di mijara pêşîgirtina li wan de “bêxem” in, lewma hêzên bejahî yên artêşa Pasdaran dest êrişa kirine.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku operasyonên li herêmê dê berdewam bin û herwiha hişyarî ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê hate dayîn ku ji “baregehên rêxistinên dijî Îranê” dûr bisekinin.
Ev yek di demekê de ye ku Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir.
Peyamêrê Rûdawê ragihand ku topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê sînorên nahiyeya Sîdekan a ser bi Soranê ve topbaran dikin û ji ber topbaranê agir derketiye.
Muxtarê Gundê Berbizîn yê bajarokê Sîdekan Mihemed Mecîd ji Rûdawê re da xuyakirin ku topxaneyên supaya pasdaran binara seqer, Sîngan û Gelî Spî û berde spî û telan li bajarokê sîdekan topbaran kirin.
Rûdawê bi rêya xelkê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê zaniye ku Supaya Pasdaran li navçeya Dole Meydan a Şinoyê topxane cîgir kirine û navçeyê topnaran dike.