PAK, PSK û TDK-TEVGERê li Amedê ji bo Jîna Emînî daxuyaniyeke hevbeş dan

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) îro Şemiyê li Amedê ji bo Jîna Emînî daxuyaniyeke hevbeş dane çapemeniyê.

Li Amedê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê), PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) îro Şemiyê 24ê Îlona 2022an ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve daxuyaniyeke hevbeş dane çapemeniyê.

PAK, PSK û TDK-TEVGERê di daxuyaniya hevbeş de gotin, “Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê careke din li himberî zilm, zordarî û dagirkerîya Dewleta Îranê serîhildaye. Serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê nuha li gelek bajarên Îranê jî deng vedaye û bûye serîhildaneke gelên Kurdistanê û Îranê.”

Di daxuyaniya hevbeş a her sê rêxistinan de hat gotin, “Piştî kuştina Jîna Emînî, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, ji bo kuştina keça kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîbû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar de greva giştî bê îlan kirin. Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn; dikanên xwe girtin, neçûn kar. Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, nîşana hest, hişmendî û yekgirtineke neteweyî ye. Em piştgirîya greva giştî ya gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê dikin.”

PAK, PSK û TDK-TEVGERê kuştina Jîna Emînî ji aliyê Dewleta Îranê ve û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşandarên sivîl, birîndarkirina û desteserkirina bi hezaran xwepêşandaran şermezar kirin.

PAK, PSK û TDK-TEVGERê anî ziman, “Em bangî hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê dikin da ku li her parçeyekî Kurdistanê, li cîhanê li her devereke ku lê dijîn, hêza xwe bikin yek û bi çalakîyên cûr bi cûr piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin.”

PAK, PSK û TDK-TEVGERê her wiha bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê kuştina keça Kurd Jîna Emînî, kuştina 20 kesên sivîl, birîndakirin û desteserkirina bi hezaran xwepêşanderan şermezar bikin.