Tirkiyê Kanî Masê topbaran kir; welatiyek birîndar bû

24-09-2021
RÛDAW
Nîşan Amêdî Kanî Masê Hirûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê derdora gundê Hirûr ê li nahiya Kanî Masê ya ser bi Amêdiyê ve topbaran kir. Li gor rêveberê wê nahiyê, di encama topbaranê de welatiyek birîndar bû “rewşa tendirustiya wî ne baş e.”

Rêveberê niha Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, artêşa Tirkiyê kêmek berî niha derdora gundê Hirûrê topbaran kir û “ji ber wê sedemê, hemwelatiyekî bi navê Sabit Husên ê 55 salî, birîndar bû û rewşa tendirustiya wî nebaş e û bo binkeya tendirustiya Bêgova hatiye şandin.”

Rêveberê nahiya Kanî Masê derbasê rewşa navçeyê de jî  amaje bi wê kir, ev 5 meh e Tirkiye berdewam bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê navçeyê bombebaran dike û tirs di nav xelkê de heye.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana îsal bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav xaka Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, taybet jî li herêma Kanî Masê û li wê deverê 12 xalên stratejîk danîne.

Herwiha topbaran û bombebaranên berdewam ên Tirkiyê bûne sedema ziyaneke mezin a xelkê û şewitîna nêzikî 23 hezar donim zevî û valakirina 6 gundan.

Herwiha ji ber şer û pevçûnên heyama dawî, hemwelatiyekê jiyana xwe ji dest daye û 5 hemwelatî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst