Li Bedlîsê çinîna fasûliyên hişk destpê kir

24-09-2021
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bedlîs Çinîna Fasûliyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê çinîna fasûliyê hişk destpê kir. Bedlîs di asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de yek ji navendên girîng ê berhemanîna fasûliyên hişk e. Yekem car di sala 2013an de fasûliyên hişk li Bedlîsê hatin çandin, lê di 7 salan de di asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bû çaremîn berhemhênerê fasûliyên hişk.

Li parêzgeha Bedlîsê di zeviyên fasûliyan de 30 hezar karkerên demsalî dixebitin û tê çaverêkirin îsal 40 hezar ton fasûliyên hişk bên berhemanîn.

Rêvebirê Saziya Çandinî û Daristanê yê Bajêr Rifat Çelik dibêje  "Li Bedlîsê yekem car di sala 2013an de fasûliyên hişk hatin çandin. Di 7 salan de me gavên girîng avêtin û niha jî bo çandiniya me bû berhemeke serekî. Di zeviyan de çinîn berdewam dike. Di 2020an de ji 104 hezar donim erd 32 hezar ton fasûliyên hişk hatibûn berhemanîn. Em îsal çaverê dikin rêjeya berhema me derkeve 40 hezar tonan. Bedlîs di rêjeya berhemanîna tovê fasûliyên hişk de jî di asta Tirkiyê de yekemîn e."

Li Bedlîsê ji ber dahata wê baş e, zeviyên ku fasûliyên hişk lê têne çandin her sal zêde dibin. Cotkarê bi navê Sedat Eker ku li gundê Çilhorê yê ser bi navçeya Tetwanê 500 donim fasûlî çandine, li hember dahata baş kêfxweşiya xwe tîne ziman.

Cotkar Sedat Eker got "Zeviyê me hişk e. Heta niha cotkaran li vir nikaribûn xorakên hişk wek pincar û nok û wekî din berhem bînin. Bi handan û piştgiriya Saziya Çandinî û Daristanê me li 500 donim erd fasûliyên hişk çandin. Spas ji Xwedê re dahata me baş e."

Bedlîs di asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de di berhemanîna fasûliya hişk de piştî Konya, Nigde û Karaman bi rêjeya %11 di rêza çaremîn de ye. Li gor amarên fermî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di sala 2020an de 225 hezar ton fasûliyên hişk hatine berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst