Îran: Ji bo derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê rêkeftin li gel Iraqê heye

24-09-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Îsmaîl Xetîbî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Îstixbarata Îranê dibêje ji bo bêçekkrin û derxistina hizbên Rojhlatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê li gel aliyên Iraqi rêkkeftin hatiye kirin.

Wezîrê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb di çarçoveya serdana xwe ya bo parîzgeha Urmyê îro li bajarê Pîranşarê got “Eger hêzên dijberî Komara Îslamî û piştevanên wan, derbarê asayişa Komara Îslamî de her kiryarek encam bidin, dê berisveke tund ya hêzên çekdar û emnî bibînin.”

Îsmaîl Xetîb got jî “Li gorî rêkeftnekê ku li gel Iraqê hatye krin, divê hêzên dijberî Komara Îslamî yên li Herêma kurdistanê di zûtrîn dem de bên bêçekkrin û derxistin.”

Herwiha Xetîb îdia kir ku bingehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hene û got “di egera her kiryareke têkdana asayşa Komara Îslamî de ji alyê bingehên Amerîkî û Îsraîlê ve li Herêma Kurdistanê, ew dê berisveke çalak bidin û berisva me jî êrîşkarane be.”

Berî niha partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibûn, ew agahdarê ti rêkeftinekê nînin ku li ser çalakiyên wan di navbera Iraq û Îranê de hatibe kirin.

Di van rojên dawî de, gefên rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îranê li dijî partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûn.

Di 22 Îlonê de Fermandarê Baregeha Hemze ya Urmiyê general Mihemmed Taqî Usanlu gef li partiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê xwar û got eger ew ji Herêma Kurdistanê dernekevin ew dê mûşekên zîrek li wan bixin.

Di van demên dawî de, çendîn car bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatine bordûmankirin.

Di 19ê Îlona 2021an de Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku êrîşên wan bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam dibin.

Roja Yekşemê 12ê Îlona 2021ê Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê, çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê wek cihê nîgeraniyê anîn ziman û daxwaza “Bêçekkirin û derxistina bi bilez” a wan partiyan ji Herêma Kurdistanê kir.

Cîgirê Duyem ê Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf Qadirî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew ti rêkkeftinekê qebûl nakin ku li derveyî îradeya wan û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst