Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 30 welatî û çalakvan hatine girtin

24-09-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 22ê Tebaxê heta 12ê Îlona 2020an ve 30 welatî û çalakvanên xelkê 11 bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine girtin û sedema desteserkirin û rewşa piraniya wan hê jî nediyar e.

Li gor raporta Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, tenê sedema girtina 4 kesan ji wan diyar e û ew jî bi tohmeta hevkarîkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê û hewldanên dijî asayîşa niştimanî ya Îranê hatine girtin.

Li gor wê raportê, 5 kes ji wan girtiyan çalakvanên mezhebî ne û kesekî jî ola xwe guhertiye û bûye Mesîxî. Ji wan girtiyan 4 kes li zindana Urmiyê, 1 li Nexede, 3 kes li Sine û 1 ji wan jî li Kirmaşan desteserkirî ne. Çar kes bi danîna kefaleta pere bi awayekî demkî hatine azadkirin û cihê girtina yên din nediyar e. Li gor raportê, hejmarek ji wan heta niha nikarîen peywendiyê ligel malbatên xwe deynin.

Ew welatî xelkê bajarên Sine, Kamêran, Merîwan, Pîranşar, Serdeşt, Urmiye, Nexede, Bokan, Şino, Kirmaşan û Ciwanro ne û ji aliyê Rêxistina Îtlaata Supaya Pasdaran û Wezareta Îtlaatê ve hatine desteserkirin.

Her vê mehê Şakir Bêhrûz bi tohmeta rahiştina çekê li dijî Komara Îslamî ya Îranê hukmê darvekirinê jê re hat derxistin û hukmê girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî yê xelkê Kamêran li Dîwana Bilind a Welatê Îranê hatiye pesendkirin. Di heman demê de Dîwana Bilind a Welat hukmê darvekirinê yê girtiyê siyasî Hoşmend Elîpûr red kir û divê ew dîsan li Dadgeha Şoreşê ya Sine were dadgehkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst