Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê deriyên dibistana vebû û sala nû ya xwendinê bi fermî dest pê kir, lê îsal jî zarokên Kurd ji xwendin û perwerdeya bi zimanê Kurdî bêpar in.
Ji bo îsal li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, milyonek û 687 hezar û 500 xwedekar hene.
Hem xwendekar û hem malbatên wan, weke her sal, daxwazê dikin ku yasaya xwendina bi zimanê dayîkê li dibistanan were cîbicîkirin.
Îsal jî tevî ku Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî çend caran soza xwendina bi zimanê dayikê dabû, zarok û xwendekarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nikarin bi zimanê Kurdî bixwînin û perwerdehiyê bibînin.
Rêjeya herî zêde ya xwendekaran li Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Urmiyê ye, ku hejmara wan zêdetir ji 598,000 xwendekar e û di 5,000 dibistan û xwendingehan de dixwînin.
Li parêzgeha Kirmaşanê, di sala nû ya xwendinê de 350,000 xwendekar li 4,334 dibistanan, li Loristanê 340,000 xwendekar li 4,500 dibistanan, li paêrzgeha Sineyê zêdetir ji 300 hezar xwendekar li 3,200 dibistanan û li Îlamê jî 99,500 xwendekar li 250 dibistanan dixwînin.
Li seranserê Îranê jî, di sala nû ya xwendinê de 14 milyon xwendekar hene ku li 110,000 dibistanan perwerdehiyê dibînin.
Tevî ku di destûra niha ya Îranê de, di madeyên 15 û 19 de tekezî li ser mafê bikaranîna zimanê Kurdî û kêmnetewên din di perwerdehiyê de hatiye kirin, lê belê piştî derbasbûna 40 salan hêj jî hikûmeta Îranê, ew madeyên destûrê cîbicî nekiriye û zarokên pêkhateyên Îranê yên ne fars, ji xwendin û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse