Gundê xwedî şûnwar û şopên dîrokeke kevnar: Dêrûna Axê

Qamişlo (Rûdaw) - Li rojavayê li devera Aliyan li herêma Cizîrê gundek xwedî dîrokeke dewlemend heye bi navê Dêrûna Axê. Li wî gundî gelekî asewarên dîrokî hene, tu aliyekî pêwendîdar tune ye xwedî li wan asewaran derkeve, lê xelkê gund bi xwe ew şûnwarên dîrokî parastine.

Gundê Dêrûna Axê hem di dema Osmaniyan de, hem jî di dema Frensiyan de nahiye bû û cihekî gelekî girîng bû, lê niha ji xeynî xelkê wê kesek girîngiyê nadê.

Niha jî li devera Aliyan a Rojavayê Kurdistanê, Dêrûna Axê bi tenê gund e, lê Dêrûna Axê xwedî dîrokeke zengîn e û bi çîrok û serpêhatiyên heyam û serdemên cuda cuda dewlemend e.

Dêrûna Axê bi xwezaya xwe jî bedew e. Di serdema Fransiyan de ava gund weke yek ji avên herî paqij li deverê hat destnîşankirin.Li ser girê gund jî artêşên çend dewletan bi cih bûn wek Fransa, Tirkiye û Sûriyê.

Kelha Dêrûnê jî ji aliyê Osmaniyan ve hatiye avakirin û Fransiyan ew nûjen kiriye.

Mîna gelek gundên Kurdan, gundê Dêrûna Axê jî çend caran hatiye şewitandin, cara dawî li ser destê Tirkan bû.

Mehdî Merê ku şêniyekî gund e, berî demekê destarekî dêrîn û kevnare di girê Dêrûnê de dîtibû. Ew bi xwe ji me re behsa Dêrûna Axê û dîroka wê dike: “Gundê me ji heyama Osmaniyan ve nahiyê bû. Piştî gundê me binxet bû, gund bû du beş. Di heyama Frasniyan de navê bû Dêrûna Axê.

Li Dêrûna Axê hêj hinek nîşan û hêma, şopa dîrokeke têrtije diyar dikin. Quba Şêx Yehya kurê axayê Sîpikî vedigere sala 1885ê zayînî. Li gor xelkê deverê dibêjin, berê tekeya Şêx Yehyayê Sîpikî jî hebû û şêx xelk tê de fêrî îlm û zanistan dikir. Li vir jî Hucrika Şêx Hem û zarokên wî heye ku xelkê navçeya Aliyan heta niha jî lê diqesidin û pê teberik dibin.

Gora leşkerê Tirk ê ku hat kuştin jî li gund maye. Elî Demir 19.05.1930an ku piştî kuştina wî Tirkan êrîş avêtibûn ser deverê û li gor dîrokzanan, veqetandina sînorê wê deverê girêdayî kuştina wî leşkerî bû anku piştî Peymana Saykis- Pîko bû.

Çend kes ji rewşenbîrên gund hewl didin bi şiyan û karînên xwe yên biçûk dîroka devera xwe biparêzin.

Sala 1957an Xelef û çend hevalên xwe kelpîçan dibirin û di wê demê de şerbikekî tije pere dibînin ku diravên serdema Iskenderê Meqedûnî tê de bûn.

Xelef Silêman jî dibêje: “Li gor salmendên deverê dibêjin, 50 gundên devera Aliyan hene ku 30 ji wan ketine Serxetê û 20 jî li Binxetê mane.

Li Rojavayê Kurdistanê, hejmareke zêde ya cih û şûnwarên dîrokî hene. Hema bêje li her gund an li her navçeyeke Binxetê şûnwar û şopên dîrokeke dêrîn û kevnare hene. Lê ji ber nebûna dewlet û desthilata Kurdan, ev şûnwar bi zanebûn hatine piştguhkirin û ji warê lêkolîn û vekolînan jî hatine dûrxistin.

Mirov dikare bêje bi dehan şaristaniyên mezin li jêr axa wê deverê windayî mane û li benda guhdan û lêkolînê ne.