Encûmena Leşkerî ya Girê Spî soza alîkariyê ji Amerîkayê wergirt

Qamişlo (Rûdaw) - Duyemîn dewriyeya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê li sînorê bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû. Ji aliyê din ve Encûmena Leşkerî ya Girê Spî, soza wergirtina endamên zêdetir û perwerdekirina wan ji Amerîka wergirtiye

Di çarçoveya avakirina navçeya aram de, ji bo cara duyemîne ku hêzên Amerîkî û Tirkiyê dewriyeyên bejahî encam didin û îro hêzên Tirkiyê bi 4 otomobîlên zirxî derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn û wê li gel hêzên Amerîkî li rojhilatê bajarê Girê Spî dewriyeya xwe encam bidin.

Beri niha hêzên Amerîkî û Tirkî carekê tenê dewriyeyên hevbeş ên bejahî encam dabûn û 6 caran jî balafirên Tirkiyê F16 di ser ezmanê rojavayê Kurdistanê re firiya bûn..

Îro careke din Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê  derbas kir û gera hevbeşa duyem bi Amerîka re ji bo piştrasbûn ji nebûna hêzê û çekên giran encam da. Welatiyên navçeya aram jî dibêjin ew jibilî aramiyê tiştekî din naxwazin

Welatiyê bi navê Casim Ehme got: “Hêzên Amerîkî û hêzên Tirkiyê li herêmê dewriyên xwe dikin. Em aramiyê dixwazin.”

Sîmayên şer tune ne, alayên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin rakirin û li cihê wan, alayên encûmenên serbazî yên xwecihî hatine bilindkirin.

Encûmena Girê Spî ku ji hezar û 4‪0‪0‪ serbazan pêk tê, soza wergirtina endamên zêdetir û perwerdekirina wan ji Amerîka wergirtiye.

Fermandarê Encûmena Serbazî li Girê Spî Riyad Xemîs Elxelef jî got: “Çekên li ba me çekên take kesî yên sivik in. Hevpeymaniyê soz daye me ku rahênanê lige Encûmena Serbazî ya Girê Spî bike.”

Beriya niha hêzên Amerîka û Tirkiyê roja 8ê Îlonê bo cara yekê dewriyeyeke hevbeş a bejayî li nav axa Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn ku 3 demjimêran dom kiribû.

Enqere bi hinceta ku dixwaze ewlehiya xwe ya niştimanî biparêze, daxwaza pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi kûrahiya 30 km dike.

HSD û Rêveberiya Xweser pêşniyara Amerîkayê ya ku kûrahiya navçeya aram 14 km be, red dikin û li dijî wê yekê ne, ku Tirkiye di pêkanîna navçeya aram de rol bibîne.