Hevpeymaniya Çaksazî daxwaz ji Kurdan kir: Tenê berbijêrekî bo serokomariyê diyar bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serkideyên Hevpeymaniyên Çaksazî û Avedankirinê li Bexdayê civiyan û piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihandin, ew Kurdan han didin ku tenê kesekî bo posta serokomariyê bikin berbijêr.

 

Desteya Serokatiya Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ku ji hevpeymaniyên weke Saîrûn, Nesir, Hikme, Îtîlafa Weteniye, Eniya Tirkmenî û beşek ji Sunniyan pêk tê, doh Yekşembî 23ê Îlona 2018 li Bexdayê civîna xwe ya sêyem li dar xist.

 

Di civînê de piraniya serkirdeyên Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê yên weke Heyder Ebadî, Eyad Elawî, Emar Hekîm, Ehmed Sedir, Salih Mutleg, Selîm Cibûrî, Felah Zêdan, Raîd Fehmî û çend serkirde û parlementer jî amade bûn û derbarê pêvajoya pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û herwiha posta serokomariya Iraqê de bi hev re gotûbêj kirin.

 

Piştî civînê jî Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew Kurdan han didin ku yek kesî ji bo posta serokomariya Iraqê berbijêr bikin.

 

Wan aliyan di daxuyaniya xwe degotine, eger hêzên Kurdistanî berbijêrekî bo posta serokomariya Iraqê yekalî nekin, dê Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê yek ji berbijêrên Kurd hilbijêre.

 

Li gorî daxuyaniyê, vê hevpeymaniyê di civîna xwe de 12 biryar û rapirsade jî pesend kiriye:

 

1-Rêkevtin li ser sazkirina civîna mehane ya desteya serkirdatî û civîna heftane ya nûnerên hêzên Hevpeymaniya Çaksaziyê.


2-Vebûna di rûyê Hevpeymaniya Avedankirinê û hêzên Kurdî de û alîkarîkirina di pêkanîna hikûmetê de.


3-Yekxistina bernameya hikûmetî ya hêzên hevpeymaniyan di çarçoveyekê de.


4-Tekeziya li ser hevbeşiya di biryardan, helwest û şêwira taybet bi aliyên stratejîk de û destnîşankirina pêgehên serokatiyê bo yekxistina helwestan.


5- Dabînkirina projeya niştimanî, kûrkirina yekîtiya niştimanî û ji nav birina taiyefegeriya siyasî û pişkpişkanê.


6-Karkirin jibo hemwarkirina rêbaza hilbijartina serokê parlamentoyê di çaçroveyên yasayî de.


7-Pabendbûn bi demên destûrî derbarê pêkanîna hikûmetê de.


8-Encamdana civîna desteya giştî ya Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê hevdem li gel civîna parlamentoyê.


9-Em hevbeşên Kurd han didin jibo yekkirina helwesta xwe û pêşkêşkirina berbijêrekê bo posta serokomariyê, li gorî pêvanên niştimanî, berovajiyê wê dê Hevpeymaniya Çaksaziyêyek ji berbijêrên rikeber diyar bike.


10-Çareserkirina diyardeya veguhastinên nav parlamentoyê ji lîstek bo nav lîst û fraksyoneke din û hemwarkirina yasaya hilbijartinan têkildarî vê mijarê.


11-Diyarkirina navê serokê fraksyona Hevpeymaniya Çaksazî û vexwandina bo rêkevtina li ser helwesteke hevbeş û zelal berî encamdana hemû civînên parlamentoyê.


12-Tekezîkirina li ser berdewambûna Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê û guherîna wê bo projeyeke siyasî û niştimanî di saziyeke akîtv de û pêşxistina rewşa siyasî û xurtkirina wê.