Ji desteya hilbijartinê daxuyaniya nexşeyê

24-09-2017
Ihsan YALIN
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Nexşe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyê ragihand ku hinek nexşeyên ji bo piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê hatine bikaranîn ne ji aliyê wan ve hatine çêkirin.


Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê di hinek afîşên bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê hatine amadekirin de nexşeya Kurdistana mezin hatiye bikaranîn.


Derbarê vê mijarê de Berpirsê Çapemeniyê yê Desteya Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyê Şoreş Hesen ji Rûdawê re got, ti agahiyan wan li ser dirustkirina wan nexşeyan nîne.


Şoreş Hesen diyar kir, dibe ku ew nexşe ji aliyê şirketên taybet ve hatibe çêkirin.


Li Başûrê Kurdistanê sibe giştpirsiya serxwebûnê birêve diçe. Welatiyên ji derveyê welat dijîn jî bi rêya sistema elektironîk dest bi dengdanê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst