Kosret Resûl: Kerkûk klîda çareseriya doza Kurd e

Kerkûk (Rûdaw) - Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ragihand, Kerkûk klîda çareseriya doza Kurd e û tekez kir: “Berpirsatiya me hemûyan e ku em Kurdistanîbûna Kerkûkê û hemû deverên din bo cîhanê îsbat bikin.”

 

Kosret Resûl Elî êvariya îro 24ê Îlona 2017ê li bajarê Kerkûkê derbarê rewşa dawî ya li Kerkûkê û encamdana referandumê li vê parêzgehê de konfranseke rojnamevanî pêk anî.

 

Kosret Resûl Elî ragihand, mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî rewa yê Gelê Kurdistanê ye û “bo vî mafê bi hezaran xortên vî niştimanî (Kurdistanê) xwîna xwe dane.”

 

Kosret Resûl da xuyakirin: “Referandum li Kerkûkê û tevahiya deverên Kurdistanî pêngaveke gelek mezin û giring e.”

 

Kosret Resûl amaje bi giringiya beşdariya Kerkûkê di referandumê de kir û got: “Her weke Mam Celal gotî, klîda çareseriya doza Kurd, Kerkûk e û tenê Kerkûk e.”

 

Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê daxwaz li tevahiya xelkê Kurdistanê û Kerkûkê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û bê ciyawaziya siyasî, olî û netewî û nevçeyî beşdarî di referandumê de bikin.

 

Kosret Resûl Elî bi gotina, divê em hemû li Kerkûkê tevli referandumê bibin, destnîşan kir: “Berpirsatiya me hemûyan e ku em Kurdistanîbûna Kerkûkê û hemû deverên din bo cîhanê îsbat bikin.”


Agahî tên nûkirin...