Roja 25ê Îlonê bi fermî bêhnvedan e

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, roja 25ê Îlona 2017ê weke bêhnvedana fermî ragihand.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyekî ragihand: “Ji bo hemwelatiyên xweştivî radigihînin, ku sibe Duşeme 25-09-2017, ji ber referadnûma serxwebûna Kurdistanê, li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.”

 

Dizeyî da zanîn, ku roja paşî, anku 26ê Îlonê dê careke din karên fermî yên sazî dezgehên hikûmetê dest bi kar bikin.