Asayîşa Rojava bi ser nivîsîngeha ENKSê de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Îro danê sibê (24-09-2016) asayişa navçeya Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê bi ser nivîsgeha Encûman Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de girt.

 

Di pêwendiyeke telefonî de Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Til Temirê, Qasim Xelîl ji Rûdawê re got:

 

“Îro demjimêr 10ê sibê, 20 endamên hêzên Asayişa Til Temirê bi ser nivîsgeha xwecihî ya ENKSê de girtin û deriyê nivîsgeha li vî bajarî girtin.

 

Hêjayê gotinê ye ku hefteya derbasbûyî endam û alîgirên ENKSê li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi daxwaza serbestberdana 37 siyasetmedarên di girtîgehên PYDê de, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.