PDK-Bakur: Em biguman in Rojava bibe mîna Koreya Bakur

24-09-2016
RÛDAW
Nîşan Rengîn Şero Rojava Asayiş Êriş PDK Bakur
A+ A-

Navenda Nûçeyan – PDK- Bakur derbarê êrişa hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo ser peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero de ragihand: “Em metirsîdar in ku ji ber vê helwestê, wê Rojavayê Kurdistanê bibe mîna Koreya Bakur.”

 

PDK-Bakur derbarê êrişa navborî da daxuyanî da û diyar kir ku roja 22ê Îlonê hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê, rê nedan ku peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero here gel malbata xwe ya gundê Dugirka ya navçeya Girkê Legê ya ser bi Hesekê û li hemberî Şero, tundiya psikolojik û fizîkî pêk anîn.


PDK-Bakur bibîr anî ku Rengîn Şero ducanî bû wiha domand:


“Ev helwesta PYD’ê li Rojavayê Kurdistanê demeke dirêje berdewam e. Me bere jî gotibû, em niha jî dûbarê dikin, ev helwesta PYD’ê xizmeta gelê kurd û doza Kurdistanê nake. Em metirsîdar in ku ji ber vê helwestê, wê Rojavayê Kurdistanê bibe mîna Koreya Bakur.


Em ji PYD’ê dipirsin, ma ev e, demokrasi, azadiya çapemeniyê û azadî û mafên jinan ên ku hûn her tim dibêjin, em diparêzin. Li hemberî jineke rojnamevan tundî û astengkirin di kîjan qanûn û peymanên demokrasi û azadiyê de hene.”

 

Herwiha PKD-Bakur destnîşan kir ku divê rêveberiya PYD demildest, vê bûyerê zelal bike û kesên berpirsiyar jî ceza bike û ji Rengîn Şero jî lêborîn bixwaze û wiha bang li rayedarên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kir:


“Hevserokên jin ên HDPê gelo hûn çima li hemberî vê bûyerê bêdeng in. Ma hûn qer û lal in!”


Peyamnêra Rûdawê Rengîn şero di 22yê Îlonê de xwest here li Rojavayê Kurdistanê cem malbata xwe lê hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê, rê nedan biçe.

 

 

Hêzên asayîşê bi tevê rênedanê sivikatî bi peyamnêra Şero kirin û bi tevî ku dizaniyan ducan e, lê dan.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst