Erebistan – 4 heciyên kurd mirine û 48 hecî jî wenda ne

24-09-2015
RÛDAW
Nîşan Hecî Erebistana Siûdiye Mirî Kurd Îran
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku 4 heciyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî di bûyera îro ya Erebistanê de jiyana xwe ji dest dane û 48 heciyên Rojhilatî jî wenda ne.

 

Îro li herêma Mîna ya bajarê Meke yê Erebistanê, di merasima recmkirina şeytan de ji ber qerebaxliyê bi sedan hecî mirin û bi sedan hecî jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, di bûyerê de 4 heciyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî jiyana xwe ji dest dane û 48 heciyên Rojhilatî jî nayê zanîn di çi rewşekê de ne. Hat zanîn ku tevahiya heciyên Rojhilatî yên ku mirine, xelkê bajarê Mehabadê ne.

 

Li gorî medyaya Îranê jî, 43 heciyên îranî di bûyera îro ya herêma Mîna de jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 60 heciyên îranî jî birîndar bûne.

 

Rêveberiya Diyaneta Tirkiyê jî ragihandiye, heta niha nayê zanîn ka di bûyera îro ya herêma Mînayê de ziyan gihîştiye heciyên Tirkiyê yan na.

 

Nûnerê Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê Karwan Sitûnî jî got, ti heciyekî Başûrê Kurdistanê di bûyera îro de zirar nedîtine û hemû silamet in ji ber ku rêya wan ji heciyên din cihê ye.

 

Heta vê gavê, 853 hecî ji ber qerebaxliya îro ya li herêma Mînayê jiyana xwe ji dest dane û 887 hecî jî birîndar bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst