AKPê li Cizîra Botan bar kir!

 

Şirnex (Rûdaw) – Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP), navenda xwe ya li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê girt.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, berpirsê AKPê li Cizîra Botan, Bedîrhan Şik û endamên desteya rêveberiyê ya wê partiyê dest ji kar berdan û navenda partiya xwe li bajêr girtin û tabelaya partiyê jî anîn xwar.  

 

Li gorî agahiyan, AKPê li cihê Şik, biraziyê namzedê xwe yê Şirnexê Cîhan Guven, Ferzan Guven kiriye berpirsê karûbarên partiyê li Cizîra Botan.

 

Heta niha nayê zanîn berpirsê AKPê yê Cizîra Botan ji ber çi dest ji kar berdaye. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, AKPê %4 deng bidest anîbû.

 

Tê zanîn, dewleta Tirk bi hêceta ku li nav bajarê Cizîra Botan de hêzên PKKê hene, derdora 10 rojan bajar xistibû tiqûfê û derketina derve ji welatiyan re qedexe kiribû.

 

Di nav wan çend rojan de, herî kêm 22 sivîl di encama êrişên hêzên Tirk û şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn, her wiha ziyanek mezin  gihîştibû mal û warê xelkê bajêr.