Bi hezaran kesa li sînor nobet girt

24-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Beşdarbûna nobetê ya i ser sînorê Kobanê-Pirsûsê  li hemberî DAIŞê zêde bû ye û şandekî ya Mafên Mirovan jî dê sibe bigihe navçeya Pirsûsê ya Rihayê.

Duhî li ser agahiya, endamên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)  ji Tirkiyeyê derbasî Rojavaya Kurdistanê dibin, bi hezaran kes li Pirsûsê hatibûn ba hev û biryar dabûn li sînorê Kobanê û Pirsûsê nobetê bigirin.

Li ser vê yekê jî ji Wan, Amed, Mêrdîn û gelek bajerên din yê Bakurê Kurdistanê gel bi wesayîtan hatin Pirsûsê.

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro bi belavokan bang li kurdên Bakur kirin ku dê biçin  sînorê Pirsûsê li hemberî DAIŞê nobetê bigirin.

Li Stenbolê otobusek ya endam û rêveberên HDPê têde berê xwe da Pirsûsê û reket. Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag, Seroka Giştî ya ESPê Sultan Ulusoy, Hevserokê Giştî yê SYKPê Tuncay Yilmaz û Seroka Giştî ya EHPê Sibel Uzun jî di nav de girseyek ji HDPyiyan ji aliyê polîsan vê hatin astengkirin lê paşê dîsa rê li ber wan hat vekirin.

 

Şandek Mafê Mirovan jî dê sibe bên  li sînorê Pirsûs û Kobanê lêkolînan bike. Kesên ku di şadê de cih girtîn ev in:

 

Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê MAZLUMDERê  A. Faruk Unsal, Serokê Şaxa Tirkiye ya Rêxistina Efûyê Taner Kiliç, Endamê Desteya Rêveber a TÎHVê Coşkun Ustercî, Endamê Rêveberiya Welatiyên Helsînkiyê Emîne Uçak

 

Hat zanîn li Pirsûsê 9 kesên duhî ji aliyê hezên ewlekariya Tirkiyeyê ve hatin girtin îro hatin berdan.

 

Pişta Berzo Huseyin (16) bi êrîşa ava tazyîk şkest û li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligole hat razandin.

 

Kesên ku li ser sînorî hatîn ba hev dê herî kêm li 10 gundan nobetê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst