Dîndar Zêbarî: Divê NYê zext li Bexdayê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest, zext li hikûmeta Bexdayê bikin ku para wan budçeyê bişîne.

 

Dîndar Zêbarî Cîgirê Serokê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê herêmê û şanda pêre hate ba hev.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Derve, di civînê de her du alî hemfikir bûne ku alîkariya navneteweyî bo Herêma Kurdistanê bê kirin da ku Kurdistan bikare bi krîza mirovahî re têbikoşe.

 

Her wiha hate xwestin, bi armanca ku bûyerên Şengalê û drama wê derê bê belgekirin, divê saziyên navneteweyî bi awayekî çalak tevbigerin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de biryar hate girtin ku, DAIŞ ji deverên ku dagir kiriye bê derxistin, aramiya wan deveran bê parastin, kesên koçber dîsa vegerên ser mal û mulkên xwe.

 

Her wiha şanda NYê derbarê Kobanê jî hate agahdarkirin û bala şandê bo pêşîlêgirtina “Şengala duyem” hate kişandin.

 

Di civînê de ji şandê hate xwestin zext li hikûmeta Bexdayê bê kirin da ku mûçeyên karmendan bên şandin û budçeya Herêma Kurdistanê bê rêkirin.

 

Di civînê de ser rola Herêma Kurdistanê ya asta navneteweyî hate rawestandin û hate xwestin ku divê NY li Kurdistanê hê zêdetir çalak be.