VÎDEO - Li Silêmaniyê tîma Rûdawê hat astengkirin

24-08-2024
RÛDAW
Li Silêmaniyê tîma Rûdawê hat astengkirin / Wêne: Ji dîmenan
Li Silêmaniyê tîma Rûdawê hat astengkirin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Silêmaniyê Êriş Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê, tîma Rûdawê ya meşa protestokirina kuştina du rojnamgerên jin dişopand rastî êrişê hat û hat astengkirin.

Tirkiyeyê duh li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Di encama wê bombebaranê de 2 rojnamegerên Stêrk TVyê Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn canê xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Li Parka Azadiyê ya bajarê Silêmaniyê îro meşeke girseyî ji bo protestokirina wê êrişî hat lidarxistin.

Tîma Rûdawê jî ji bo şopandinê çû cihê çalakiyê.

Lê tîma Rûdawê ji aliyê hinek kesên ku wekî aligîrên PKKyê tên zanîn rastî êrişî hat û hat astengkirin.

Di dema êriş birin ser tîma Rûdawê de, hinek rojnameger û serokên du rêxistinên mafên rojnamegeran diparêzin jî li wê derê amade bûn û ew jî bûn şahidê wê yekê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir